شعبة النقل في مجلس مدينة القامشلي تواصل جولاتها #الميدانية بالتنسيق مع #شرطة_المرور (الترافيك)
تواصل شعبة النقل في مجلس مدينة القامشلي، بالتنسيق مع شرطة المرور (الترافيك)، تنفيذ جولاتها الميدانية اليومية والاعتيادية بشكل مستمر على خطوط سرافيس النقل الداخلي في المدينة، وذلك في إطار متابعة سير العمل، والتأكد من الالتزام بالتراخيص والضوابط المعتمدة.
وتشمل الجولات مختلف خطوط النقل الداخلي، ومنها: خط العنترية، وخط قناة السويس، وخط الهلالية، وخطوط الجوالة، وخط قنواتي، إضافةً إلى خطوط سرافيس حارة طي.
• وخلال الجولة، جرى الكشف على خطي العنترية و قناة سويس، حيث تركزت أعمال المتابعة على التدقيق في صلاحية البطاقات والتراخيص، ومطابقة بيانات الخط مع الأوراق الرسمية للمركبة ورقم اللوحة، والتأكد من تجديد البطاقات اعتباراً من تاريخ 1/1/2026.
• و أكدت الشعبة أنه في حال انتهاء صلاحية بطاقة الخط أو عدم تجديدها، يتم سحب البطاقة وإلزام صاحب السرفيس بمراجعة شعبة النقل في مجلس المدينة لاستكمال الإجراءات اللازمة، مع منح مهلة محددة للمركبات غير المجددة لتسوية أوضاعها وفق الأصول.
• وفي سياق متصل، تعمل شعبة النقل على تنظيم آلية الدور بين السرافيس حارة الطي على جسر البشيرية ، من خلال اعتماد نظام يضمن حركة منتظمة للمركبات ويحد من الازدحام والأزمات؛ إذ يسمح بوجود ثلاثة سرافيس ضمن الدور، وعند وصول السرفيس الرابع يتحرك السرفيس الأول لمتابعة عمله، بما يضمن استمرار حركة النقل وتخفيف فترات الانتظار.
• وتأتي هذه الجولات ضمن جهود شعبة النقل، بالتنسيق مع شرطة المرور، لتعزيز الرقابة الميدانية وتنظيم قطاع النقل الداخلي، وضمان الالتزام بالتعليمات والتراخيص المعتمدة، بما يسهم في تحسين مستوى الخدمة وتسهيل تنقل المواطنين داخل المدينة.
Beşa Veguhestinê ya encûmena Bajarê Qamişlo, bi hevkariya Trafîkê gerên xwe yên qadî yên rojane û asayî li ser xetên servîsên veguhestina hundirîn a bajêr bi awayekî berdewam didomîne. Ev ger ji bo şopandina rêveçûna kar tekez kirina pabendbûna bi destûrname û rêzikên hatine pejirandin têne kirin.
Ev ger hemû xetên veguhestina hundirîn digire, wekî: xeta Enteriyê, xeta Qenat Siweys, xeta Hilaliyê, xeta Cewalê, xeta Qenewatî û her wiha xetên servîsên taxa Teyî.
Di gera îro de, kontrol li ser xetên Enteriyê û Qenat Siweysê hate kirin. Di vê şopandinê de bal hate kişandin ser kontrolkirina derbasdariya kar û destûrnameyan, lihevhatina agahiyên xetê bi belgeyên fermî yên wesayîtê û jimareya belgeyê û tekez kirina nûkirina kartan ji roja 1/1/2026 ve.
Beşê diyar kir ku, ger derbasdariya belgeyên xetê biqede an neyê nûkirin, belge tê standin û xwediyê servîsê tê mecbûrkirin ku serî li Beşa Veguhestinê ya encûmena Bajêr bide da ku pêvajoyên pêwîst temam bike. Her wiha ji wesayîtên ku belgeyêm xwe nû nekirine demeke diyarkirî tê dayîn da ku li gorî rêbazên fermî rewşa xwe sererast bikin.
Di heman çarçoveyê de, Beşa Veguhestinê dixebite ku rêbaza rêzê di navbera servîsên taxa Teyî de li ser Pira Beşîriyê rêkûpêk bike. Ev rêbaz ji bo dabînkirina tevgera rêkûpêk a wesayîtan û kêmkirina qerebalixiyê ye. Li gorî vê rêbazê, destûr tê dayîn ku sê servîs di rêzê de bin, û dema servîsa çaremîn bigihîje, servîsa yekem hereket dike û karê xwe didomîne. Ev yek dibe sedem ku tevgera veguhestinê berdewam be û demên bendemanê kêm bibin.
Ev ger di çarçoveya hewldanên Beşa Veguhestinê de, bi hevkariya Polîsa Trafîkê, ji bo xurtkirina çavdêriya qadî, rêkûpêkkirina sektora veguhestina hundirîn ûtekez kirina pabendbûna bi telîmat û destûrnameyên hatine pejirandin tên kirin. Ev yek dê bibe sedem ku asta xizmetê baştir bibe û tevgera welatiyan di hundirê bajêr de hêsantir bibe

